Sereke

Fermandarê hêzên Sûrîya Dêmokratîk bang kirîye ku welatên bîyanî welatîyên xwe, pêşîya civîna koalîsyîonê, bibin welatên xwe

Fermandarê hêzên Sûrîya Dêmokratîk Mezlûm Ebdî bangî koalîsîyona global, ya dijî DAÎŞ-ê  kirîye ku alî  wan bikin bo ku welatên bîyanî welatîyên xwe, pêşîya civîna koalîsyîonêye li Îtalîyayê, bibin welatên xwe.Ewî dabû dîyarkirnê,  wekî koalîsîyona dijî DAÎŞ-ê gerekê berevbe, ku progirêsa nava hincirandina DAÎŞ-ye dawî gotûbêj bikin, lê bona ku serkeftina qewîn bê çareserkirinê, gerekê bîr nekin wekî bi deha hezara jin, zarok û çekdarên DAÎŞ-ê  qampadanin, bin kontrola hêzên Sûrîya Dêmokratîkdanin.

“Em bangî koalîsîyonê dikin, ku alî bikin ku ev meriv vegerine welatên xwe, progiramên perwerda wana bidine fînansekirinê bona ku êkonomîya qewat bê dasekinandinê û menîyên êkstrêmîzmê ji kokêva bêne rakirinê”,-Mezlûm Ebdî gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button