Sereke
Îraqê cezayê kuştinê bona 9 meriva pêşda kişandiye, yên ku li qampa “Spayçêr”-ê tevî cezakirina meriva bûne
Mehkema Îraqê bona 9 meriva cezayê kuştinê pêşda kişandîye, yên ku havîna sala 2O14-a tevî qetilkirinên DAÎŞ-ê bûne û li qampa “Spayçêr”-ê meriv kuştine.Ev meriv xwe mikur hatine ku ew tevî qetilkirinên bi massayî bûne.
Têrorîstên DAÎŞ-ê wî çaxî 7OO leşkerên îraqî, bi taybetî yên hetanî 2O salî, li Salhedînê kuştine, wextê ku wana bajar hildabûn bin kontrola xwe.