Sereke
Serokê ŞAY Co Baydên bona derbazkirina hilbijartinên açix cimeta Ermenîstanê û Nîkol Paşînyan pîroz kirîye
Serokê Ştatên Amerîkayêye Yekbûyî Co Baydên bona derbazkirina hilbijartinên açix cimeta Ermenîstanê û Nîkol Paşînyan pîroz kirîye.
Serokê Ştatên Amêrîkayêye Yekbûyî mîkrobloga xweye Twittêrêda nivîsîye:
“Ez bona derbazkirina hilbijartinên parlamentîyêye açix cimeta Ermenîstanê û serekwezîr Nîkol Paşînyan pîroz dikim. Hevkarîya me û Ermenîstanê li ser bingeha qîmetîyên tomerî, werguhastinên demokratîk û helkirina dew-doza hatiye hîmdanîne û em hazirin wê hevkarîyê qewînkin”.