Sereke

Şêwira Yekîtîya Avropayê begemî daye ku tevî Ermenîstanê qayîlnivîsara derheqa zona avîyasîyone tevayî sazkin

Şêwira Yekîtîya Avropayê begemîya xwe daye îmzekirina qayîlnivîsara derheqa zona avîyasîyone tomerîda, ya tevî Ûkraînayê, Ermenîstanê û Tûnîsê. Derheqa wê yekêda nava elametîya  şêwira Yekîtîya Avropayêda tê dîyarkirinê.

Hîvîyêne wekî ev qayîlnivîsar wê sûka transporta hewê bidine vekirinê, li kîderê wê mecalên nû raberî opêratora û welatîya bikin. Ewê piştgirîyê bidine kirîn-frotanê, tûrîzmê, învêstîsîya û pêşkeftina sosîyal- êkonomîkî.

Hersê peyman wê nava dorana cînartîya  avropîda wan welata sûka Yekîtîya Avropayêye avîyasîyone hundurva bide girêdanê. Ermentstan, Ûkraîna û Qeter wê normên avîyasîyon qebûlkin û wê qanûnên avîyasîya Yekîtîya Avropayê bidine xebatê.

Hîvîyêne, wekî ev qayîlnivîsar wê payîza sala 2O21-ê bêne îmzekirinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button