Sereke

Tirk li Bekûyê, azêrî jî li Konyayê: telîmên tirka- azêrîyaye tevayî destpê bûne

Li Bekûyê bi sernavê  “Mistefa Kemal atatirk 2O21” telîmên tirka-azêrîyaye tevayî destpê bûne.

Ewê sê roja berdewambin û wê 3O-ê hezîranê ser hevda bên.Nêzîkî 6OO leşkerî tevî wan telîma dibin. Tank, helîkoptêrên leşkerî, diron û têknîka leşkerîye başqe tên xebitandinê.

Li bajarê Tirkîyayêyî Konyayê jî telîmên hewê tên derbazkirinê, tevî  kîjana dibin leşkerên azêrîyaye hewê.

Çend roj pêşda, Adirbêcanê û Tirkîyayê li Nexçêvanê telîmên stratêcî derbaz kirine.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button