Sereke

Heger dew-doz ser hevda hatîye, bona çi hewcetî heye kincên leşkerî xwekin?: baylozê ŞAY-yî berêyî li Adirbêcanê

Baylozê ŞAY-yî berê, yê li Adirbêcanê Rîçard Kozlarîç Twittêrêda nivîsîye:

“Elîyêv dibêje, wekî Ermenîstan gerekê sînorên xweye tevî Adirbêcanê qirarke, çimkî dew û doz ser hevda hatîye. Heger dew- doz ser hevda hatîye, çi hewcetî heye ku Elîyêvê serok kincên leşkerî xwe dike?”. Ewî usa jî şikilê  Elîyêv, yê bi kincên leşkerî belav kirîye.

26-ê hezîranê Elîyêv elam kiribû, wekî Ermenîstan gerekê gotina Qerebaga Çîya nede xebatê, çimkî “Sûbyêkta Qerebaga Çîya tune, û femdarîya  “dew-doza Qerebagê” tune”. Dew-doza Qerebagê helkirîye û Ermenîstan gerekê wê yekê naske û tevî me bixebite, bona ku sînora bidine qirarkirinê”,- ewî gotibû.Ewî usa jî elam kirîye wekî gerekê koma xebatêye bona qirarkirina sînora bê sazkirinê û bona hazirkirina qayîlnivîsara aşîtîyê xebat bên kirinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button