Sereke

Mehkema Adirbêcanêye sereke derheqa îşê girêdayî helîkoptêra rûsîye tunekirîda daye dîyarkirinê

Adirbêcanê şedetî berev kirine girêdyî îşê helîkoptêra rûsîye MÎ-24-ra, ya ku li ser têrîtorîya Ermenîstanê hatibû lêxistinê.Lêpirsîn berdewam dibe. Derheqa wê yekêda mehkema Adirbêcanêye sereke elamî RÎA Novostîyê kiriye.

“Li nêzîkî beşa sînorê ermenîya-azêrîyaye alîyê Nexçêvanê, helîkoptêra rûsîye MÎ-24 hatibû lêxistinê û piştî kontrolkirinê îşê mehkemê hatîye vekirinê.

Lêpirsînên anegor hatine mîyaserkirinê û şedetî hatine berevkirnê”,- elametîya mehkemêda hatîye gotinê.

Em bîr bînin, wekî 2O-ê mijdara sala 2O2O-î, ji zona şêr der, helîkoptêra MÎ-24 hatibû lêxistinê, ya ku ya baza rûsîye leşkerîye li Ermenîstanê bû. Du pîlotên wê hatibûne kuştinê.Bekûyê qebûl kirîye, wekî alîyê azêrîya helîkoptêrê xistîye. Adirbêcanê baxşandin xwestîye û hazirî elam kirîye ku wê kompênsasîyayê bide.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button