Sereke

Rojnama “Komara Ermenîstanê”: li ber civaka navnetewî bi maska aşîtîhizîyê xwe raber dike…

“Serokatîya Adirbêcanê lîstika xweye dustandartê berdewam dike, li ber civaka navnetewî bi maska aşîtîhizîyê pêşda tê, lê welatê xweda li ber civaka xwe bi propaganda dijî ermenîya dişuxule. Hemû tişt wê awqasî xemgînî pêşda neanîya, heger ew hemû tişt bi zêdekirina sîlihava, nîşandayîna qewatê û teribandina mafê navnetewîva nehata rêberkirinê, çawa mesele teşkîlkirina prosêsên mehkemêye feşe dijî dîlên ermenî û tiştên mayîn.

Piştî şerê Arsaxêyî duem, Adirbêcan bi aktîvî xebata pêşda dibe, ku eskerê xwe bide sîlihkirinê, hejmara esker dide zêdekirinê. Wezîrê Adirbêcanêyî parastinê Zekîr Hesenov çend roj pêşda gotibû, wekî progirama eskerê azêrîyaye nû gerekê hebe, gerekê pirs û meremên nû bêne pêşdakişandinê, anegorî kîjana esker gerekê kirinên xwe teşkîlke û hazirîya xwe bilindke. Bi wê gotinê, ew tê kifşê, wekî Adirbêcan qewata xwe dide kifşê, ku Ermenîstan berbi berdaxustinên yekalî here, yektîya têrîtorîyayên Ermenîstanê bê teribandinê û ji Arsaxê paşda bisekinin…”.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button