Sereke

Ji 8O OOO nexweşa 16OO wefat bûne, li cem 8O OOO merivên vaksînîzasîyakirî tu encamekî xirab tunebûye

Li Ermenîstanê hetanî roja îroyîn 80 OOO meriv hatine vaksînîzasîyakirinê û rûyê wê yekêda tu encamekî xirab tunebûye. Feqet ji 80 OOO nexweşa, rûyê nexweşîya koronavîrûsêda 16OO meriv wefat bûne. Derheqa wê yekêda borcbirê cîgirê serekwezîrê Ermenîstanê Tîgran Avînyan, wextê şêwirdarîya bi serkarîya borcbirê serekwezîrê Ermenîstanê  Nîkol Paşînyan, gotiye, nava dorana kîjanêda halê  ji nexweşîya koronavîrûsê pêşdahatî, hatîye gotûbêjkirinê.

«Hetanî roja îroyîn ji 80 OOO merivên vaksînîzasîyakirî tu bûyareke xirab pêşda nehatîye, lê rûyê nexweşîyêda 16OO meriv wefat bûne.Ev yek şedetîyê dide wekî vaksîna dijî koronavîrûsê mecala başe û sîyasîya dewletê gerekê li ser zêdekirina vaksînîzasîyakirinê bisekine»,-Tîgran Avînyan gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button