Sereke

Neçîrvan Barzani, keça Kurd Rodî Elî ya ji Efrînê pîroz kir

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî  keça kurd Rodî Elî ya ji Efrînê pîroz kir, ya ku xelata navdar bona şuxulkarîya xweye hûmanîtarî stendîye.Gilî derheqa xelata Diana Awards-ê da ye, ya ku ewê bona şuxulkarîya hûmanîtarî, piştgirîya bona jinên Efrîne û xebaten hûmanîtarîye mayîn stendîye.

 “Bo stendina xelata Diana 2021 ê (The Diana Award 2021) , ez we pîroz dikim. Gêncên ku alîkariya xebata civakî û mirovî dikin û di asta navdewletî de xizmeta xwebexşane dikin û bi sedema ku hûn bi xelateke here bilind hatine xelatkirinê, ez gelek bextewerim. Hêviya dewama serkeftinên we dikim”, – Nêçîrvan Barzanî nava nama pîrozbahîyêda nivîsîye.

Rûdî Elî 25 salî ye, ji Efrînê ye, lê niha li Almanîyayê dijî.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button