Sereke

Rojnama «Komara Ermenîstanê»: kontrolkirina teribandina agirbestê bi sênsorên deng pirsgirêka pêşine

«Meriv nikare halê li ser sînorê Arsaxê û Ermenîstanê çawa yê qewîn qîmetke, çimkî teribandinên rêjîma agirbestê û teribandina sînora diqewimin.Li vir stîla Adirbêcanê dişuxule.Adirbêcan her dem rastîyê wekî mayîn raber dike û alîyê ermenî nava teribandina agirbestêda gunehkar dike. Nava wedê têknolocîyên bilindda, meriv dikare bi cîhwarkirina sîstêmên denga û germêye sênsora rêjîma agirbestê xweyke.Ewê îzinê bide ku her alîkî gunehkar, yê ku rêjîma agirbestê diteribîne, bide dîyarkirinê. Eva mecala tek-tenêye, ku feşkirinên azêrîya  bidine eşkerekirinê û badîhewa nîne wekî Adirbêcan her dem dijî cîhwarkirina mêxanîzmên vî cûreyî bûye.Roja îroyîn rêyeke başqe tune, çimkî şerê nû wê ne tenê welatên herêmê rake ser pîya, lê usa jî yên ji herêmê der».

Zêdetir nîşan bide
Back to top button