Sereke

ŞAY Tirkîya kire nava navnîşa welatên ku zarokan weke leşker bikar tînin

Wezîreta Karên Der ya Ştatên Amêrîkayêye Yekbûyî Tirkîya kire nava navnîşa welatên ku zarokan weke leşker bikar tînin.

Li gorî nûçeya Reûtersê, di raporta xweda ya Bazirganiya Mirovîye sala 2021-êda, wezîreta ŞAY-e karên der, daye dîyarkirinê, wekî bona piştgirîya komên “Sultan Mûrad” Tirkîyaê li Sûryayê û Lîbyayê zarok bona leşkerîyê dane xebatê.

Rayedarekî wezîreta karên der yê di asta jorin, diyar kirîye ku Washîngton ji bo çareserkirina pirsgirêkê hêvîdare ku du hevkarên nava NATO-da wê ser pirsgirêkê bixebitin. Ewî gotîye, wekî eva cara ewline ku endameke NATO-ê dikeve nava navnîşa wan welata.

Rûyê vê pirsêda jî pêwandîyên Amêrîkayê û Tirkîyayê dikarin diha zêde xirab bibin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button