Sereke

Baylozê Rûsîyayêyî nû, yê li Îraqê: Moskva guhdarîyê dide ser pirsa kurdî

Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî rastî baylozê Rûsîyayêyî li Îraqê Êlbrûs Kûtraşêv û dêlêgasîya bi serkarîya wî hatîye.Wextê hevdîtinê, Nêçîrvan Barzanî baylozê tezekifşkirî pîroz kirîye û açixî bo wî xwestine.Alîya derheqa qewînkirina pêwandîyên Rûsîyayêye tevî Îraqê û Kurdistanê dane dîyarkirinê.Baylozê Rûsîyayê derheqa dasekinandin, pêşdaçûyîn û gulvedana Kurdistanêda xeberdaye û gotîye, wekî wezîreta Rûsîyayêye karên der guhdarîya mexsûs dide ser pirsa kurdî.

Wextê hevdîtinê xeberdan derheqa hilbijartinên li Îraqê, halê li Îraqê, halê ji nexweşîya koronavîrûsê pêşdahatî û usa jî halê li Sûrîyayê çûye. Alî li ser wê fikirê bûne, ku pirsgirêka li Sûrîyayê gerekê bi rîya sîyasî bê helkirinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button