Sereke
Bi qirara mehkemê Bekû pirsa berxwedayîna li ber civaka navnetewî hel dike: Ara Gazaryan
Anegorî qirara mehkema Bekûyêye 2-ê tîrmehê, 12 dîlên ermenîye leşkerî bi wedê girtina çar meha hatine cezakirinê. Derheqa wê yekêda pêşezanê hiqûqî Ara Gazaryan gotîye. Prosêsa mehkemêye dijî 14 dîlên ermenîye leşkerî li Bekûyê 16-ê hezîranê destpê bibû û ew nava têrorîzmê, teribandina sînora, xirabkarîyên şêrda dihatine gunehkarkirinê. 2-ê tîrmehê mehkema Bekûyê qirar kirîye ku 12 dîlên leşkerî cezayê girtina şeş meha, lê dudu jî cezayê girtina çar meha bistînin. Dozger hîvî ji mehkemê kirîye ku tenê gunehkarkirinekê, teribandina sînorê dewletê bihêlin. Bi gotina Ara Gazaryan Bekû vê yekê li ber hukumê civaka navnetewî bona berxwedayînê dike.