Sereke

Em hevkarîya di navbera ŞAY û Ermenîstanê qîmet dikin:baylozxana ŞAY

Baylozxana  Ştatên Amêrîkayêye Yekbûîye li Ermenîstanê, girêdayî roja serbestîya  ŞAY-ra, elametî belav kirîye.

Nava elametîyêda hatîye dîyarkirinê, wekî bona Ermenîstanê saleke giran bû, çawa ji alîyê pirsa koronavîrûsêda, usa jî ji alîyê şerê Qerebagêda.

«Em zyana Ermenîstanê nas dikin. Bi wê yekêva tevayî em qedirê hevkarîya di navbera herdu welatada digrin, ya ku li ser qîmetîyên tomerîye dêmokratîk hatîye hîmdanînê. Bi kifşkirina serbestîya Ştatên Amêrîkayêye  Yekbûyî, em wê hevkarîyê jî didine kifşê»,- nava elametîyêda hatîye gotinê. Nava elametîya xweda bayloza  Ştatên Yekbûîye li Ermenîstanê Lîn Trêysîyê derheqa heleqetîyên hevkarîyêye tevî Ermenîstanê daye dîyarkirinê. Bi gotina wê, sala tê 3O-salîya heleqetîyên dîplomatîye di navbera herdu welatada demam dibe. Baylozê gotîye, wekî  Ştatên Amêrîkayêye Yekbûyî bona şerkarîya dijî koronavîrûsê 11 mîlîon dolar daye. Ewê usa jî derheqa şerê Qerebagêda xeberdaye û gotîye, wekî hukumata wan alîkarîya hûmanîtarîye bahê pênc mîlîon dolara jî başqe kirîye. Lîn Trêysîyê usa jî  naskirina komkujîya Ermenîda, ya ji alîyê Co Baydênê serokda naskirî, bîr anîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button