Sereke

Yektîya Avropayê wê 1,5 mîlîyard yûro bona mîyaserkirina pênc bernamên li Ermenîstanê başqe bike

Nava pênc salên pêşîya meda meremê Yekîtîya Avropayê heye nêzîkî  1,5 mîlîyard yûro bona mîyaserkirina bernamên li Ermenîstanê başqe bike. Ev dokûmênt 2-ê tîrmehê li Bryûsêlê hatîye raberkirinê. Dawîya mîyaserkirina van bernama hetanî sala 2O25-ye. Komîsîya Avropayê progiram kirîye wekî anegorî progirama ewlin, 5OO mîlîyon yûro bona bîznêsa biçûk û navîn başqe bike. Hatîye dîyarkirinê, wekî piştî koronavîrûsê dasekinandina êkonomîkayê bona Ermenîstanê pirsa pêşine. Anegorî progirama duem merem heye ku 6OO mîlîyon yûroyî bona rîya Bakûr-Başûr bidine başqekirinê, bi saya kîjanê tevgirêdanên di navbera  qezada û usa jî tevgirêdanên Ermenîstanêye tevî welatên cînar û Yekîtîya Avropayê wê sazbin. 3OO mîlîyon yûro jî wê bona têknolocîyên nû û goveka têknîkî bêne xerckirinê. 80 mîlîyon yûro bona nehîyên Ermenîstanêye başûr, bona pêşkeftina wane êkonomîkî wê bêne xerckirnê. Bernama pênca jî bona bajarê Yêrêvanê wê bê mîyaserkrinê, bona kîjanê  12O mîlîyon yûro wê bêne başqekirnê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button