Encamên “prosêsên mehkemê” yên hindava dîlên ermenîye li Bekûyê wê ji alîyê civaka navnetewîda neyêne naskirinê: hiqûqzan
Prosêsên mekemêye dijî dîlên ermenî bona wê yekê tên kirinê, ku têzîsên azêrîyaye derheqa Ermenîstanêda hebin. Derheqa wê yekêda hiqûqzan Sîranûş Sahakyanê gotîye.
“Ev kirin gelekî prîmîtîvin. Heger merivê ji nisileta berê anegorî salên xwe dikare tevbûyê şerê ewlinbe, usaye ew sûbyêkteke başe bona serhatîyên derew.Adirbêcanê bicêribîne tiştên wî cûreyî raberî civaka navnetewî bike. Ewê bicêribîne qedirê Ermenîstanê nimizke û yê xwe bilindke. Bi hesabhildana gelek xirabkarîyên Adirbêcanê, Bekûyê bicêribîne usa bike, ku ew bibin weke hev”,-hiqûqzanê gotîye.Ewê daye dîyarkirinê, wekî dîlên leşkerî mecbûr dikin ku ew anegorî xwestinên wan bersivên pirsa bidin. Prosêsên mehkemêye van dawîya dane kifşê, wekî Bekû wana xweyî dike, ku dewekarîyên xwe pêşda bikişîne.