Sereke

Halê li ser sînorê ermenîya-azêrîya her dem nerihetîyê dide: Paşînyan

Piştî cîhwarkirina aşîtîparêzên rûs, halê li Arsaxê qewîne.Derheqa wê yekêda borcbirê serekwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan, wextê hevdîtina tevî serokê Rûsîyayê Vladîmîr Pûtîn, gotîye.

“Feqet nava wededa “menîyên” nerihetîyê pêşda tên. Li ser sînorê ermenîya-azêrîya hal qewîn nîne, li vir nava du mehên dawîda hal nerihete”,- Paşînyan gotîye. Ewî bîr anîye, wekî nava sala îsalinda eva îdî hevdîtina sêeme, ya tevî Vladîmîr Pûtîne li Moskvayê, û ew jî derheqa heleqetîyên herdu welataye qewînda didine dîyarkirinê.

Paşînyan serda zêde kirîye, wekî wextê hevdîtina derheqa bêqezîyabûnêda xeber didin, çimkî li herêmê hal qewîn nîne.

Ewî usa jî gotîye,wekî hemû kes derheqa cedandinên Pûtîne şexsî, usa jî cedandinên Rûsîyayêye nava karê îzbatkirina agirbestêda zane.

Em bêjin, wekî leşkerên azêrî ji 12-ê gulanêda li du qezayên Ermenîstanê sînor teribandine, ketine têrîtorîya Ermenîstanê û dicêribînin li wir tabîyên xwe bidine qewînkirinê. Bi navçîgarîya alîyê rûsa, çend êtapên hevraxeberdana derbaz bûne. Armanca Adirbêcanê tune ku ji wir dûrkeve. Ermenîstan berbirî Organîzeya Peymana Bêqezîyabûna Kolêktîv bûye û piştgirîya leşkerî ji Rûsîyayê hîvî kirîye.

Serokatîya leşkerî-sîyasî elam kirîye, ku dixwezin pirsgirêkê bi rîya edil helkin, lê heger hevraxeberdan tu encama nedin dikarin qewatê jî bidine xebatê. 25-ê gulanê li qeza Gêgarkûnîkê, rûyê agirkirinada sêrjant  Gêvorg Xûrşûdyan wefat bûye. 5-ê tîrmehê jî agirkirin qewimîne. Nava encamê wê yekêda birîndarek heye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button