Sereke
Hilbijartinên parlamêntîyêye li Ermenîstnê dane kifşê wekî bawarîya cimetêye hindava Paşînyada heye: Pûtîn
Hilbijartinên parlamêntîyêye li Ermenîstnê dane kifşê wekî bawarîya cimetêye hindava Paşînyada heye. Ew yek jî bona pêşkeftinê qewilê herî girînge.Fikira wî cûreyî serokê Rûsîyayê Vladîmîr Pûtîn li Krêmlê gotîye borcbirê serekwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan.
«Ez dixwezim carekê jî girêdayî serkeftinêra We pîrozkim. Ez difikirim, wekî ew yek bona hemûya, berê ewlin bona Ermenîstanê û cimeta ermenî, girînge»,-Pûtîn gotîye.Ewî daye zelalkirinê, wekî fikira wî ewe ku pirsgirêka meriv dikare tenê wextê çareserkirina mecala kardar bide helkirinê.