Sereke

Vandalîzma Adirbêcanêye çandî ji kontrolê derketîye: Davît Babayan

Wezîrê Arsaxêyî karên der Davît Babayan wextê weşana Spûtnîk Armênîyayê derheqa kirinên azêrîyaye hindava heykelên ermenîye dîrokî-çandîye li têrîtorîyayên okûpasîyakirî, xeberdaye. Bi gotina Davît Babayan, hindava mîrata ermenîye dîrokî-çandîda sîyasîya komkujîyê tê mîyaserkirinê û ew yek zûva destpê bûye. Ewî derheqa xirabkirina kevirxaçên li Cûgayê gotîye û  daye dîyarkirinê, wekî nava 7O salîda mîrata ermenîye çandî li Nexçêvanê hatîye tunekirinê.

«Em dibînin, wekî sîyasîya azêrîyaye wî cûreyî berdewam dibe û ew nehatîye guhastinê. Piştî destpêka heja Qerebagê û serbestbûna Adirbêcanê ew şuxulkarî ji bin kontrolê derketîye. Heger hêna Sovyêtê serokatîyê îzin nedida wekî bi massayî tiştên wî cûreyî biqewimin, niha mêxanîzma zeftkirinê tune. Civaka navnetewî pasîve û bêdenge. Mecala sîstêmên navnetewî tune ku hukumî li ser wê yekê bikin»,-wezîrê Arsaxêyî karên der gotîye.

Bi fikira Babayan komkujîya çandî bi du rîya tê mîyaserkirinê. Berê ewlin mîrata çandî tê tunekirinê û paşê cêribandin tê kirinê ku navê wê çandê biguhêrin. Mesele, li dêra Şûşîyêye ermenî hemû tişt hatîye guhartinê, ji derva xebat tên kirinê, û sibê jî wê bêjin wekî ew heykele, yan jî dêra afganaye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button