Sereke
Li Ermenîstanê welatîyên bîyanî wê bikaribin li cîhên stendina vaksînayêye mobayl vaksînayê bistînin
Bona stendina vaksîna dijî koronavîrûsê, gelek welatîyên bîyanî tên Ermenîstanê û rûyê wê yekêda li klînîkayên li merkeza Yêrêvanê sirê pêşda tên. Derheqa wê yekêda borcbira wezîrê saglemîxweykirinê Anahît Avanêsyanê gotîye.
Bi gotina wê, qirara nû hatîye qebûlkirinê,wekî li klînîkayên Ermenîstanê wê vaksînayê bidine tenê welatîyên Ermenîstanê û wan welatîyên bîyanî, mafên kîjana heye li Ermenîstanê bijîn.
“Welatîyên bîyanîye ku hatine Ermenîstanê dikarin li cîhên mobayl vaksînayê bistînin, yên ku nava bajêrda cîhên cuda-cuda sekinîne. Bi saya vê yekê sirê wê tunebin”,-Anahît Avanêsyanê gotîye.