Sereke

Satanovskî derheqa cîhwarkirina baza tirkaye leşkerîye li Adirbêcanê û rîskên wêye bona Rûsîyayê qîmet krîye

Cîhwarkirina  baza tirkaye li Adirbêcanê sed selefîye. Derheqa wê yekêda serokê înstîtûta Rûsîyayêye Rohilata Navîn Yêvgênî Satanovskî gotîye.

«Ji alîyê leşkerîda Tirkîya îdî li Adirbêcanêye. Ermenî li  Qerebagê dijî Tirkîyayê şer kirine, lê ne ku dijî Adirbêcanê. Heger kesek wê yekê fem nake, wî çaxî ez yazixîyê elam dikim»,-ewî gotîye.

Çawa bersiva wê pirsê ku bona Rûsîyayê ew baza dikare qezîyayê raberke, Satanovskî gotîye: «Heger kesek bona Rûsîyayê qezîyayê raberke, wî çaxî Rûsîyayê wî welatî tune bike, kîjan welat jî hebe. Ew yek usa jî derheqa ŞAY-dane, usa jî derheqa Tirkîyayêdane. Rûsîya dicêribîne wê yekê neke, lê  ewê  pirsa gefxwerinên hindava wêda helke»,- ewî gotîye.

Em bîr bînin, wekî 15-ê gulanê serokên Tirkîyayê û Adirbêcanê dokûmênta Şûşîyê îmze kiribûn, piştî kîjanê Êrdogan gotibû wekî diqewime li Adirbêcanê baza tirkaye leşkerî bê cîhwarkirinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button