Sereke
Parlamênta Bêlçîkayê wê projeya qanûna derheqa komkujîya êzdîyada bona dengdayînê pêşda bikişîne

15-ê tîrmehê parlamênta Bêlçîkayê wê projeya qanûna derheqa komkujîya êzdîyada, bona dengdayînê pêşda bikişîne.Komîtêya parlamênta Bêlçîkayêye heleqetîyên der komkujîya kurdên êzîdî 6-ê tîrmehê nas kirîye. Pêşda, nava vê mehêda, parlamênta Nîdêrlanda bi fermî komkujîya êzdîya nas kirîye. Hetanî niha ew komkujî ji alîyê 15 welat û teşkîletên navnetewîda hatîye naskirinê. Komkujîya li Şengalê û dor-berên wêye sala 2O14-a hetanî niha, ji alîyê temamîya dinîyayêda nehatîye naskirinê.
Bi saya înîsîyatîya wekîltîya Yekîtîya Avropayêye li Kurdistanê, hinek welatên avropî vî alîda gavên anegor avîtine.







