Sereke

Bona çi baylozên Rûsîyayê, ŞAY û Fransîyayê çûyîna li Şûşîyê înkar kirine

Baylozên Rûsîyayê, Ştatên Amêrîkayêye Yekbûyî û Fransîyayêye li Adirbêcanê neçûne bajarê Şûşîyêyî ji alîyê azêrîyada okûpasîyakirî, çimkî ew dixwezin rola xweye nava pirsgirêka Arsaxêda bidine qewînkirinê. Derheqa wê yekêda serokê merkeza pêşkeftina Merivatîyê Têvan Pogosyan gotîye.

“Him Rûsîyayê, him Fransîyayê û him jî ŞAY çendik- çend cara gotine wekî ew fem dikin, ku pirsgirêka Arsaxê helkirî nîne, konflîkt berdewam dibe.Agirbesta 9-ê mijdarê tenê qayîlîya bona agirbestêye, lê ne ku helkirina pirsgirêkêye. Ew dixwezin rola xweye nava vê pirsêda, anegorî berjewandîyên xwe, bidine qewînkirinê, û bo wê yekê jî ew neçûne Şûşîyê”,-ewî gotîye.

Bi gotina Pogosyan Elîyêv  baylozên welatên dereke biribûne Şûşîyê ku pesinê xwe bide ku ewî axa «okûpasîyakirî  aza kirine», bi feşkirina  rastîyê,  bona ku alîyê ermenî gunehkarke, û pêra jî bona învêstîsîya wan cîha raberke.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button