Rojnama «Komara Ermenîstanê»: reqasa tirkî li ser dîwarê dêra ermenî

«Roja yekşemê malperên sosîyalîda vîdêyok hatibû belavkirinê, li kîderê dihate kifşê, ku çawa sê meriv hilkişîyane li ser dîwarê dêra ermenîye li mehela Stembolêye Kadikyoyê û bin miqamda dora xaç direqesin. Şaredarîya bajarê Stembolê duh elametî belav kiribû, kîjanêda dabû dîyarkirinê,wekî ew hersê meriv jî hatine girtinê. Tê kifşê, wekî desthilatdarîya tirka gelekî lez bersiva vê yekê daye bona ku tevlîhevbûn pêşda neyên, lê gelo ew merivê bêne cezakirinê, yan na, meriv nikare bêje.Vandalîzma çandî ne bona Tirkîyayê ne jî bona Adirbêcanê tiştê nû nîne. Nava wê pirsêda ew herdu welat jî gihîştine «axiçîyên» mezin. Desthilatdarîya tirka bi sedsala cêribandina xweye tunekirina nimûnên çanda miletên cuda-cuda daye tunekirinê, yan jî kirîye ya xwe. Feqet Adirbêcan nava sedsalîkîda gihîştîye wê «hostatîyê» û roja îroyîn jî komkujîya çandî berdewam dike…».