Sereke

Baylozxwenên Rûsîyayê, ŞAY û Fransîyayê derheqa nehazirîya baylozaye bona seredana li Şûşîyê dane dîyarkirinê

Baylozxwenên Rûsîyayê, Ştatên Amêrîkayêye Yekbûyî û Fransîyayê neçûyîna baylozên xweye li Şûşîyê şirove kirine. Çawa bersiva pirsa prêssa Adirbêcanê li wan baylozxwena elam kirine ku ew seredan û girafîkên bayloza şirove nakin.

Em bîr bînin, wekî hevtîya derbazbûyî serokatîya Adirbêcanê bona ji 4O-î zêdetir dîplomata sefera berbi têrîtorîyayên Arsaxêye okûpasîyakirî, nava wêda li Hadrûtê û Şûşîyê, teşkîl kiribû. Seredana wî cûreyî wezîreta Ermenîstanêye karên der çawa ya îzinnedayînê nav kirîye û pêra jî notayên şikyatkirinê şandine wan bayloza û dîplomatara, yên ku tevî vê seredanê bûne.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button