Sereke

Bekûya fermî dicêribîne merkezên sertbûna hal sazke:wezîreta Ermenîstanêye karên der

Wezîreta Ermenîstanêye karên der elametî belv kirîye û ew kirinên hêzên azêrîyaye provokasîyone li nêzîkî gundê Ermenîstanêyî Yêrasxê, rûyê çida leşkerekî ermenî hatîye kuştinê, gunehkar kirîye.

«14-ê tîrmehê li alîyê gundê  Ermenîstanêyî Yêrasxê pêşdahatina provokasîyon hatîye teşkîlkirinê, rûyê çida ji agirkirina nîşangirê azêrî qulixçîyê leşkerî Samvêl Alavêrdyan hatîye kuştinê. Em serxweşîyê didine malbeta qulixçîyê leşkerî û qewim-pismamên wî. Piştî ketina li têrîtorîya qezayên  Ermenîstanêye Syûnîkê û Gêgarkûnîkê, kirinên azêrîyaye provokasîyon şedetîya wê yekê didin, wekî Bekû bi fermî dicêribîne merkezên halê serte nû sazke, aşîtî û bêqezîyabûna herêmê biteribîne.

Em ev kirina dijî Komara Ermenîstanê berk gunehkar dikin, ya ku tê hesabê çawa teribandina prînsîpên mafê navnetewî.

Gavên vî cûreyîye ji alîyê serokatîya Adirbêcanêye leşkerî- sîyasîda avîtî, dikare hal bide sertkirinê, cabdarîya kîjanê dikeve li ser desthilatdarîya Adirbêcanê»,- nava elametîya wezîreta Ermenîstanêye karên derda hatîye gotinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button