Sereke

Nava qeyde-qanûnê vaksînîzasîyakirina welatîyên bîyanîda guhartin hatîye kirinê

Nava qeyde-qanûnada, yên bona vaksînîzasîyakirina welatîyên bîyanî, guhartin hatîye kirinê.

Ji 15-ê tîrmehêda tenê ew welatîyên bîyanî dikarin li Ermenîstanê vaksînayê bistînin, yên ku deh roja, yan jî diha zêde wê li Ermenîstanê bimînin.Derheqa wê yekêda berdevka wezîreta Ermenîstanêye saxlemîxweykirinê Hrîpsîmê Xaçatryanê gotîye. Hê pêşda borcbira wezîrê saxlemîxweykirinê Anahît Avanêsyanê derheqa pirsa sirêyên welatîyên bîyanîye ku dixwezin vaksînayê bistînin, gotibû wekî anegorî qirarê welatîyên bîyanî wê tenê li cîhên mobayl bikaribin vaksînayê bistînin.

Li klînîka tenê welatîyên Ermenîstanê û  merivên bi mafên jîyîna li Ermenîstanê dikarin vaksînayê bistînin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button