Pêşxistina pêwandîyên tifaqdarîyêye tevî Ermenîstanê bona Rûsîyayêye pirsa girînge:Kopîrkîn
Borcbirê serekwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan baylozê Rûsîyayêyî li Ermenîstanê Sêrgêy Kopîrkîn qebûl kirîye.
Nîkol Paşînyan daye dîyarkirinê, wekî hukumata Ermenîstanê girîngîya mezin dide pêwandîyên ermenîya-rûsaye tifaqdarîyê, êkonomîkî, sîyasî, bêqezîyabûnê û hûmanîtarî.Bi gotina borcbirê serekwezîr, rojeva herdu welataye hevkarîyêye berfireh heye, bona kîjanê hukumat xebata dînamîkî mîyaser dikin.Nîkol Paşînyan hevkarîya ermenîya-rûsaye stratêcî usa jî ya li herêmê girîng hesab kirîye.
Bi gotina Kopîrkînê bayloz, bona Rûsîyayê pêşxistina heleqetîyên tifaqdarîyêye tevî Ermenîstanê pirsa girînge, şedetîya kîjanê dîyaloga serokên herdu welata û wekîlên hukumata didin.
Wextê hevdîtinê xeberdan derheqa rojeva heleqetîyên ermenîya-rûsa, bûyarên li herêmê û pirsên bona herdu alîya hewaskar çûye.