Sereke

Adirbêcan hemû tiştî dike ku bona aşîtîyê dijwarîya pêşda bîne:Paşînyan bersiva Elîyêv daye

Partîya «Peymana sîvîl» wextê hilbijartinên parlamêntîyêye sala 2O21-ê ji welatîyên Ermenîstanê mandata pêşxistina aşîtîya li Ermenîstanê û Arsaxê stendîye. Derheqa wê yekêda borcbirê serekwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan wextê civîna hukumatê gotîye.

«Ew mandata vekirina rêyên herêmê, sazkirina atmosifêra  kardar, qewîbûna herêmê û aşîtîya wededirêj têra dibîne»,-ewî gotîye.

Piştî hilbijartina, bi gotina wî ew çi ku diqewime têra dihate dîtinê.Adirbêcan tevî elametîyên civaka navnetewîye derheqa aşîtîyêda, hemû tiştî dike, ku li herêmê pêşîya aşîtîyê çetinayî hebin.

«Vê yekê ew bi stratêcîke usa dike û dixweze bide kifşê, ku Ermenîstan yan jî Arsax dijî kifşkirina sînora û şuxulkarîyên li ser sînorin, dijî aşîtîyêne û li ser vê fonê ewê bide kifşê ku giva sîyasîya agrêsîve feş bê sazkirinê, encamên kîjanê em nava rojên dawîda dibînin, lê me ew yek nava mehên dawîda jî dîtîye»,-Paşînyan gotîye.

Nîkol Paşînyan daye dîyarkirinê, wekî koma xebatêye bi dereca cîgirên serekwezîrên Ermenîstarnê, Rûsîyayê û Adirbêcanê xebateke kardar bona vekirina tevgirêdanên transportêye li herêmê mîyaser dike, nenihêrî wê yekê, Adirbêcan elametîyên nefemdarî, yên derheqa wa gotî «Sivdera Zangêzûrê»-da belav dike û ew yek xebatên komêva girêdayî nîne û bi taybetî elametîya li Moskvayêye sêalîye 11-ê meha çileye îmzekirîva.

Li ser sînor, alîyê Yêrasxê agirkirin qewimîye, kuştîk heye, alîyê Adirbêcanê jî zyanê ketîye.

«Adirbêcan elametîya belav dike ku şuxulkarîya koma xebatêye sêalî bê teribandinê û tevgirêdanên herêmêye komûnîkasîyon neyêne vekirinê. Bo çi? Çimkî meremê Adirbêcanê ewe, ku dorgirtina Ermenîstanêye nava 3O salîda berdewambe»,- Paşînyan gotîye û serda zêde kirîye, wekî Ermenîstanê xebata nava koma xebatêye sêalîda berdewamke ku rêyên  dora Ermenîstanê bên vekirinê.

Borcbirê serekwezîr bi hêvîdarî elam kirîye wekî Ermenîstanê  bi piştgirîya Rûsîyayê û hevalkarên xweye navnetewî bighîje meremê xweyî vekirina rêyên herêmê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button