Sereke
Ofîsa ku bi pirsên êzdîyên revandîva mijûl dibe wê ji Dihokê cîguhastî hewlêrê bikin
Serokê serwêrtîya ku pirsên êzdîyên revandîva mijûl dibe, gotîye, wekî ofîsa ku bi pirsên êzdîyên revandîva mijûl dibe, wê ji Dihokê cîguhastî Hewlêrê bikin.
«Opêrasîyona xilazkirina wan meriva wê li Hewlêrê berdewambe. Ofîsê li Hewlêrê nêzîkî konsûlxana, teşkîletabe û ew yek wê piştgirîyê bide ku xebata me diha başbe û lezbe»,- serokê serwêrtîyê Xêyrî Bozanî gotîye BasNyûs-ê.
«6417 keç, jin û zarokên êzdîya sala 2O14-a li Şengalê ji alîyê têorîstên DAÎŞ-da hatibûne revandinê»,- Bozanî gotîye. Hukumata Herêma Kurdistanê qirar kiribû ofîsê bona xilazkirina êzdîyên revandî li Dihokê veke. Niha 3545 keç, jin û zarokên êzîdî hatine xilazkirinê, lê yazîya 2768-a hetanî niha eyan nîne.