Sereke

Adirbêcan naxweze sivderê bona rîya hesinîye Gurcistan- Adirbêcan-Rûsîyayê bide:Paşînyan

Borcbirê serekwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan wextê hevraxeberdanên tevî serokê Şêwira Avropayê derheqa dîlên leşkerîye li Adirbêcanê û paşdaanîna wanda xeberdaye.Paşînyan derheqa wê yekêda wextê prêss-konfêransê gotîye.

«Ez dixwezim bidime dîyarkirinê, wekî paşdaneanîna dîla bûyara tek-tenê nîne ya ku ji alîê Adirbêcanêda tê teribandinê.Anegorî elametîya 9-ê mijdarê, têra tê dîtinê, ku hemû rêyên transportê û hesarên êkonomîkî bêne vekirinê.Xêncî wê yekê Adirbêcan naxweze sivderê bide bona xebitandina rîya hesinîye Ermenîstan- Gurcistan-Adirbêcan-Rûsîyayê»,- Paşînyan gotîye. Li vir piştgirîya Yektîya Avropayê gelekî girînge»,-Paşînyan daye dîyarkirinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button