Sereke
Mehkema Konstîtûsîyon qirara komîsîya hilbijartina neguhartî hişt
Mehkema Ermenîstanêye Konstîtûsyîon qirar kir ku qirara komîsîya hilbijartinaye 27-ê hezîranê, ya derheqa feydayên hilbijartinada neguhartî bihêle.
2-ê tîrmehê koalîsîyonên «Ermenîstan» û « Qedirê min heye» û dîsa du partîyayên mayîn berbirî mehkema Konstîtûsîyon bibûn û dew kiribûn encamên hilbijartinên 2O-ê hezîranê qebûl nekin.Mehkema Konstîtûsîyon ji 9-ê tîrmehê hetanî 14-a encamên hilbijartina gotûbêj dikir.