Sereke

Baylozxana ŞAY-ye li Ermenîstanê derheqa elametîyên Elîyêvda daye dîyarkirinê

Çawa ku pêşda nava elametîya hemsedirên koma Mînskêye 13-ê nîsanêda hatibû dîyarkirinê, Ştatên Amêkrîkayêye Yekbûyî difikire wekî pirsên usa hene, anegorî kîjana bona helkirina wana cedandinên zêde pêwîstin. Derheqa wê yekêda wekîlê baylozxana  Ştatên Yekbûîye li Ermenîstanê gotîye wextê ku ewî derheqa elametîya Elîyêvda xeberdaye, yê ku gotibû ku «pirsgirêka Qerebagê îdî tune». «Ştatên Yekbûyî, çawa hemsedira koma Mînskê, çi cûreyî nêzîkî vê pirsê dibe? Gelo ev yek dide kifşê, wekî koma Mînskê belav dibe? Hûn wê yekêra qayîlin, wekî dew-doz hatîye helkirinê?». Çawa bersiva van pirsa wekîlê baylozxana  Ştatên Yekbûîye li Ermenîstanê gotîye: «Nava elametîya hemsedirên koma Mînskêye 13-ê nîsanêda hatibû dîyarkirinê, ku ŞAY difikire wekî  cedandinên zêde lazimin bona helkirina wan pirsa, yên ku xemgînîyê pêşda tînin. Guhdarîya mexsûs gerekê bidine ser helkirina pirsgirêkêye tam, ew jî li ser hîmê prînsîpên eyan.Em bangî alîya dikin, ku dîyaloga sîyasîye li ser dereca bilind, ya bin bandora koma Mînskêda, bidine dasekinandinê»,-wekîlê baylozxana  Ştatên Yekbûîye li Ermenîstanê gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button