Sereke

Gavên Adirbêcanêye provokasîyon qezîyayên nû bona Ermenîstanê û Arsaxê pêşda tînin: Paşînyan

Mixabin, halê leşkerî-sîyasîye li herêma me dîsa sert dimîne.Derheqa wê yekêda,wextê civîna hukumatê, borcbirê serekwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan gotîye.

“Gavên Adirbêcanêye provokasîyon bona herêma me, Ermenîstanê û Arsaxê, qezîyayê  pêşda tînin. Nava vê hemtêkstêda ez dixwezim wê rola hîmlî bidime dîyarkirinê, kîjanê Rûsîya bona qewînbûn û bêqezîyabûna herêma me mîyaser dike. Pareskerên Ermenîstanê û Rûsîyayêye tevayî û mîsîya Rûsîyayêye aşîtîparêzîyêye li Qerebagê, nava karê çareserkrina aşîtîya li herêmê girînge.Bi wê yekêva dixwezim bêjim wekî meremê Adirbêcanê heye ku mîyaserkirina elametîyên 9-ê mijdarê û 11-ê meha çile, bide teribandinê. Mînanî berê Ermenîstan vekirina rêyêyn herêmê girîng hesab dike û em wî alîda hazirin xebatê berdewamkin”,-ew gotîye.

Paşînyan bi hêvîdarî gotîye,wekî Adirbêcanê dîlên leşkerî û merivên mayîn aza berde û borcdarîyên xwe biqedîne.

“Ji 12-ê gulanêda kirinên Adirbêcanêye mîyasekirî, yên li ser sînorên Ermenîstanê, tiştên qebûlkirinê nînin.Em îzbat dikin, wekî ji sînora gerekê pareskera paşda bibin û bi rîya cîhwarkirina sînorxweykirên rûs yan jî dîtindarên navnetewî krîzeyê helkin, bi saya çi qewilên anegor wê sazbin bona ku sînor bidine kifşkirinê”,-Paşînyan gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button