Mênêndês li ber cîgirê sêkrêtarê ŞAY-ye dewletê pirsa dasekinandina rastkirina 9O7-a bilind kirîye

Serokê komîsîya sênata Ştatên Amêrîkayêye Yekbûîye heleqetîyên der Robêrt Mênêndês wextê guhdarkirinên bona îzbatkirina cîgirê sêkrêtarê ŞAY-yî pirsên Avropayê û Avrasîyayê, xemgînîya xwe elam kirîye, girêdayî wê yekêra wekî admînîstrasîya Baydên qirar kirîye ku ji rastkirina 9O7-a paşda bisekinin.
“Adirbêcan niha ketîye axa Ermenîstanê û ez difikirim, wekî ewê tabîya xweye agrêsîv berdewamke, çimkî tu kes berbirî wan nebûye wekî ew yek tiştê qebûlkirinê nîne”,- Mênêndês gotîye.Çawa bersiva wê pirsê,cîgirê sêkrêtarê dewletê elam kirîye, wekî heger ew înformasîya îzbatbe, wî çaxî ewê tevî Mênêndês û komîsîya heleqetîyên der hevkarîyê bike. “Em gerekê gumanbin, wekî her piştgirîke ku didine Adirbêcanê, balansa qewata nateribîne û em borcdar dibin tevî helkirina pirsgirêka Qerebagê bibin”,- cîgirê sêkrêtarê dewletê Donfrayd gotîye.







