Sereke

”Portfêl” tên parevekirinê: piştî çend roja navên qulixçîyên fermî wê zelalbe

Gelo sîstêmên şuxulkir û serkarîkir wê çi cûreyî bêne guhartinê? Merivên nû gelekin, lê axaftin jî gelekin, ku kî gerekê çi qulixêdabe. Mehkema Konstîtûsîyon qirara derheqa encamên hilbijartinên parlamêntîyêye 2O-ê hezîranê belav kirîye. Encamên hilbijartina ji alîyê çar hêzên sîyasîda nehatibûne qebûlkirinê û ew berbirî mehkema Konstîtûsîyon bibûn.Piştî lêkolînkirinê, mehkema Konstîtûsîyon qirara komîsîya hilbijartina neguhart. Ew yek jî dide kifşê, wekî parlamênta ji 1O7 parlamêntvana wê 2-ê tebaxê civîna xweye ewlin derbazke.Wextê civîna parlamêntêye ewlin, komîsîyayên hertimî wê bêne sazkirinê û serokên wan wê bêne hilbijartinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button