Sereke

Ermenîstan bona 25O-î dîlên ermenî berbirî mehkema Avropayêye mafên mêriv bûye, ji kîjana hetanî niha 1O4 meriv hatine paşdavegerandinê, lê dudu jî hatine kuştinê

Borcbirê serekwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan wextê civîna hukumatêye 15-ê tîrmehê elam kirîye, wekî hetanî roja îroyîn ji Adirbêcanê 1O4 dîl hatine paşdavegerandinê.

Berdevka wekîltîya Ermenîstanêye li mehkema Avropayêye mafên mêriv Hasmîk Samvêlyanê gotîye, wekî niha ji mehkemê melûmetîyên nû tunene, çimkî  li cem Adirbêcanê îzbatbûna dîlên nû tune.

«Bona 25O-î merivî Ermenîstan berbirî mehkemê bûye, lê Adirbêcanê derheqa 45 merivîda îzbat kirîye, ji kîjana 38 meriv yên li Xisabêrdêne. Dêmek, berbirîbûn derheqa 25O-î merivîdane, lê ji wana îdî 1O4 paşda vegerîyane. Nava wandanin usa jî merivên bêser-berate undabûyî»,- Samvêlyanê gotîye.Artak Zêynalyanê mafparêz jî daye dîyarkirinê, wekî bona 12O-î merivî  berbirî mehkemê bûne, lê hela hê guhartin tune. Ewî daye dîyarkiriê, wekî zûtirekê bi elametîyêva wê pêşda bên û ew melûmetî wê bêne nûkirinê. 1-ê hezîranê Adirbêcanê navên 26 dîlên ermenî belav kiribûn, kîjana çawa dîvêrsant raber dikin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button