Sereke

Lîdêrê opozîsîya kurda Salhedîn Dêmîrtaş wê xelata almanîye mafên mêriv bistîne

 Salhedîn Dêmîrtaş, yê ku berê serokê HDP-ê bû û niha jî hebsêdane, gerekê xelata almanîye goveka mafên mêriv bistîne.Ev xelat ya bajarê Vêymarêye û didine wan meriva, yên ku bona  parastina mafên mêriv dixebitin. Şêwira bajarê Vêymarê qirar qebûl kirîye ku Salhedîn Dêmîrtaş bi wê xelatêva rewakin. “Yazîya Dêmîrtaş hema mesela wê yekêye, wekî li Trkîyayê parêzerên mafên mêriv û sîyasetmedara digrin, yên ku bi dengê bilind dibêjin ku terka teribandina qanûna bidin”,- nava elametîya şêwirêda hatîye gotinê.

Polîsîya Tirkîyayê Dêmîrtaş ji mijdara sala 2O16-da girtîye. Wî nava wa gotî “têrorîzmê û sêparatîzmêda” gunehkar dikin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button