Sereke

Provokasîyonên Bekûyê gerekê layîqî bersiva civaka navnetewî bibin:Armên Grîgoryan

Provokasîyonên Bekûyê gerekê layîqî bersiva civaka navnetewî bibin.Derheqa wê yekêda borcbirê wezîrê Ermenîstanêyî karên der Armên Grîgoryan wextê forûma sîyasîye bin bandora Organîzeya Netewên Yekbûyîda gotîye.

“Bi hesabhilnedana banga sêkrêtarê Organîzeya Netewên Yekbûyîye derheqa agirbestêda, ya ku girêdayîye halê koronavîrûsêra, Adirbêcanê, bi piştgirîya Tirkîyayê û têrorîstên ji Sûrîyayê û Lîbîyayê, agrêsîya berfireh dijî Qerebagê payîza derbazbûyî destpê kir, rûyê çida  bi hezara meriv hatine kuştinê, bi deha hezara birîndar bûn û cîşihitî bûn, pêra jî zyana matêrîyalîye  mezin gîhandine sîstêmên cuda-cuda. Cêrge nehîyên Qerebagê, yên ku nava encamên xebitandina qewatêda hatine zeftkirinê, rastî paqijkirinên êtnîkî hatine, lê binelîyên cîh jî bûne cangorîyên xirabkarîyên leşkerî û barbarîyên bi massayî. Adirbêcnê bona hukumkirina li ser mafê xweqirarbûna cimeta Arsaxê qewat da xebatê, qanûndarîya Organîzeya Netewên Yekbûyî teriband, ya ku têra dibîne ku hemû dew-doz gerekê bi rîya edil bêne helkirinê”,- Armên Grîgoryan gotîye.Ewî daye dîyarkirinê, wekî hetanî roja îroyîn jî Adirbêcan naxweze dîlên ermenî paşda vegerîne, dewa topraxa raber dike û dicêribîne topraxên Ermenîstana serbixwe zeftke, û nehêle ku cedandinên navnetewîye hûmanîtarî bighîjine Arsaxê”,-Armên Grîgoryan gotîye û daye dîyarkirinê, wekî ev provokasîyon gerekê layîqî bersiva civaka navnetewîye anegor bibin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button