Sereke

Rojnama “Komara Ermenîstanê”: Adirbêcan çawa alîyê gunehkar hatîye naskirinê

“Mehkema Bekûêye xirabkarîyên giran 13 dîlên ermenîye leşkerî gunehkar kiririne û cezayê girtina şeş sala daye wan. Nava qirara mehkemêda hatîye dîyarkirinê, wekî piştî  girtina şeş sala, ewê bikaribin paşda vegerine Ermenîstanê.Îşên dijî dîlên ermenîye leşkerî, teribandinên mafên mêrivin û ew dijî normên navnetewîne. 22-ê tîrmehê qirara mehkemêye dijî welatîyê Rûsîyayê Êdûard Dûbakov hatîye belavkirinê, anegorî kîjanê cezayê girtina deh sala dane wî. Nava hemtêksta vî hemû tiştîda bûyareke gelekî girînge, wekî mehkema Avropayêye mafên mêriv qirara dijî Adirbêcanê belav kirîye. Bi wê yekêva hatîye dîyarkirinê, wekî Adirbêcanê welatîyê Ermenîstanê Artûr  Badalyan zêrandîye û ji azadîyê miqûf hiştîye, yê ku rîya xwe şaş kiribû û ketibû têrîtorîya Adirbêcanê.Ev qirara mehkema Avropayê dikare  bona parastina dîlên ermenîye leşkerîye li Adirbêcanê bibe hîm. Destnivîsara Adirbêcanêye xirabkar nayê guhartinê, faktora zeftkirinêye here baş anîna li ber cabdarîyêye”.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button