Sereke

Hukumata Herêma Kurdistanê cedandinên xwe dide xebatê ku komkujîya êzdîya bê naskirinê

Hukumata Herêma Kurdistanê wê tevî hevalkarên mayîn dîsa cedandinên xwe bide xebatê,  bona ku xirabkarîyên ji alîyê DAÎŞ-da mîyaserkirî çawa komkujî bêne naskirinê. Derheqa wê yekêda berdevkê hukumata Herêma Kurdistanê Cûtyar Adil gotîye. Wextê prêss-konfêransa piştî hevdîtina hukumatê, ya bi hazirîya wezîrê karên hundur Rêber Ahmed, Cûtîyar Adil elam kirîye, wekî tevî koma Organîzeya Netewên Yekbûyî xebat tê kirinê, ku mîyaserkirên wan xirabkarîya bînin ber cabdarîyê.

Ewî gotîye wekî wextê hevdîtinê, xeberdan derheqa wê yekêda çûye ku mehkema mexsûs sazkin, ya ku wê têrorîstên DAÎŞ-ê bîne ber cabdarîyê, komkujîya li Kurdistanê û Îraqê mîyaserkirî naske, bi taybetî  kirinên nehîya Şengalê, li kîderê xirabkarîyên barbarîye dijî merivatîyê hatine mîyaserkirinê.

Koordînatorê hukumatêyî navnetewî, yê alîyê parastina mafên mêriv Dîndar Zîbarî elamî rojnamevana kirîye, wekî tevî sîstêmên nvanetewî, Organîzeya Netewên Yekbûyî û Encûmana Organîzeyê gav tên avîtinê, ku bighîjine meremê xwe.

Sala 2O2O-î, şêwira Kurdistanêye wezîra komîtêya mexsûs bona xirabkarîyên DAÎŞ-ê saz kir, serokatîya kîjanê wezîrê karên hundur Rêber Ahmed dike.

Zêdetir nîşan bide
Herwiha kontr’ol bike
Close
Back to top button