Aktîvîya êkonomîkîye li Ermenîstanê himberî nîveka sala 2O2O-ye ewlin, îsal nava şeş mehên salêye ewlinda bi 5%-va bilind bûye, lê tenê nava meha hezîranêda, himberî sala par bi 8 % -va bilind bûye.
Îndêksa bahên eşîya nava şeş mehên sala îsalinda bi 5,7 % -va, îndêksa bahên eşîyayên senayê bi 1O%-va, deranîna ênêrgîya êlêktrîkî bi O,5 %-va zêde bûye.
Nava zivira eşîyaye derda, dîsa nava wî wedeyîda, zêdaya 13,4 %-î tê kifşê.
Nava şeş mehên sala îslaine ewlinda deranîna eşîyaye ji Ermenîstanê der bi 23,3%-va, lê anîna eşîyaye ji der bi 7,9%-va zêde bûye.