Sereke

Fikira derheqa «vekirina sivderê» da tiştê qebûlkirinê nîne û fikirdarîya elametîyên sêalî tevlîhev dike:wezîreta Ermenîstanêye karên der

Wextê prêss-konfêransa tevayî, ya tevî wezîrê Sêrbîyayêyî karên der,wezîrê Adirbêcanêyî karên der Ermenîstan nava pirsa mîyaserkirina elametîya 9-ê mijdarêye sêalîda gunehkar kirîye.Çawa bersiva pirsa Armênprêssê, serwêrtîya wezîreta karên dere prêssayê gotîye:

«Wextê lênihêrandina elametîyên sêalîye 9-ê mijdara sala 2O2O-î û 11-ê çileya sala 2O21-ê gerekê guhdarîyê bidine ser bûyara, lê ne ku şirovekirina elametîya. Tiştên ber çeva jî evin:

Piştî îmzekirina elametîyê, hêzên azêrîya xala elametîyêye ewlin teribandine, anegorî kîjanê alî gerekê li ser tabîyên xwe bimana, lê azêrîya êrîş birîye li ser gundên Tagêrê û Xisabêrdê, ew gund dagir kirine, leşkerên ermenî kuştine û dîl hildane.

Himberî Ermenîstanê, Adirbêcanê xala elametîya 9-ê mijdarê neqedandîye, anegorî kîjanê gerekê hemû dîl bihatana paşdavegerandinê.

Ji 12-ê gulanêda hêzên azêrîya ketine têrîtoîya Ermenîstana serbixwe.Dîsa cêrge tişt ji alîyê Adirbêcanêda nayêne mîyaserkirinê.Adirbêcan usa jî dicêribîne fikira derheqa «vekirina sivderê» da bide xebatê, û ew fikir elametîyên sêalî tevlîhev dike.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button