Sereke

Pêşmerga û koalîsîyona navnetewî derbên giran gîhandine çekdarên DAÎŞ-ye li Tûz–Xurmatûîyê

Hêzên pêşmerga û koalîsîyona navnetawî li Tûz-Xurmatûyê opêrasîyona berfireh dijî çekdarên DAÎŞ-ê destpê kirine.Bi saya vê opêrasîyonê, çekdarên DAÎŞ-ê zyaneke mezin ketine. Ofîsêrê pêşmerga elamî “Kurdistan 24”-ê kirîye, wekî wextê wê opêrasîyonê cêrge çekdarên DAÎŞ-ê hatine girtinê, zexîrên sîlih û tûnêlên wan hatine tunekirinê.

Çekdarên DAÎŞ-ê hîmlî li wandera êrîş dikin, kîjan têrîtorîya di navbera hêzên îraqî û kurdadanin.Piranîya wan êrîşa li wan nehîya tên mîyaserkirinê, yên ku bin kontrola Bexdayêdanin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button