Sereke

Serokatî têra dibîne komîsîya parlamêntêye lêpirsînê bona lêkolînkirina menîyên şerê 44 roje sazke

Serokatî têra dibîne  komîsîya parlamêntêye lêpirsînê bona lêkolînkirina menîyên şerê 44 roje sazke.Derheqa wê yekêda parlamêntvanê ji partîya “Peymana sîvîl” Alên Sîmonyan gotîye.

“Hatîye qirarkirinê,wekî bona lêkolînkirina menîyên şerê 44 roje, komîsîyayê sazkin. Nava wê pirsêda em difikirin wekî tevbûna opozîsîya ji parlamêntê der, gerekê pêwîstbe û şuxulkarîya wê komîsîyayê gerekê bi hêzên parlamêntêva neyê sînorkirinê. Nava vê êtapêda hê tiştên bi hûrgilî nehatine gotûbêjkirinê”,-Sîmonyan gotîye.

Derheqa halê li ser sînorên Ermenîstanê û Arsaxê Sîmonyan bersiva nêgatîv daye.

Civîna parlamêntêye ewlin wê 2-ê tebaxê derbazbe.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button