Sereke

Serokatîya Adirbêcanê eşkere qanûnên navnetewî diteribîne:parêzerê mafên mêriv

Serokatîya Adirbêcanê eşkere  qanûnên navnetewî diteribîne û cabdarîya kuştina sê leşkerên ermenîye li Gêgarkûnîkê, birîndarbûna leşkerên mayîn, dikeve ser serokatîya wî welatî. Derheqa wê yekêda rûpelê fêysbûka parêzerê mafên mêrivda hatîye dîyarkirinê.

«Nava hîmê vê yekêda ew tiştin, wekî hêzên azêryaye sîlihkirî,

1.bi neqanûnî ketine têrîtorîya Ermenîstana serbixwe, li Gêgarkûnîkê û li Syûnîkê:

2. piştî  9-ê mijdara sala 2O2O-î ew ketine li wan cîha, kîjan yên binelîyên Ermenîstanê bûne:

3. berbi gunda agir dikin û qezîyayê bona binelîya saz dikin, zyanê didine hebûna wan:

4. gavên neqanûnî dijî binelîya diavêjin, dizîna heywana, cêribandina girtina meriva, gefxwerinên hindava binelîyên edil, îzinndayîna xebatên malhebûna gundîtîyê û tiştên mayîn:

5. rûyê hazirîya wane li rex gunda û di navbera gundada, çûyîn-hatina meriva hatîye sînorkirinê».

Zêdetir nîşan bide
Back to top button