Sereke

Wezîrê Arsaxêyî karên der:Adirbêcan awqasî jî bêaqil nîne ku opêrasîyonên leşkerî destpêke

Adirbêcan awqasî jî bêaqil nîne, ku bi hazirîya aşîtîparêzên rûs opêrasîyonên leşkerî destpêke.Derheqa wê yekêda wezîrê Asaxêyî karên der Davît Babayan gotîye.

«Ez careke mayîn dixwezim berbirî prêssa ermenî bibim û bîr bînim ku pêwîste ser tabîya rast bisekinin. Berê ewlin gerekê guhdarîya kanîyên fermî bikin, çimkî dijmin her dem şerkarîya înformasîyon girîng hesab dike. Meremê wan ewe ku Arsaxê ji ermenîya bidine valakirinê. Ew niha nikarin dijî Arsaxê şerê berfireh destpêkin, çimkî li wir aşîtîparêzên rûs cîhwarkirîne.Adirbêcan awqasî jî bêaqil nîne ku opêrasîyonên  leşkerîye nû destpêke. Beşeke cimetê bona malbtên xwe ditirse û bo wê yekê jî beşekê qirar kirîye dûrkeve. Dijmin wî cûreyî dişuxule, rêjîma agirbestê diteribîne û halekî usa saz dike ku meriv bifikirin wekî aşîtîparêzên rûs nikarin hal bin kontrolêda xweykin»,- Babayan gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button