Sereke
Bayloz: Fransîya hazire berbirîbûnên Yêrêvanêye berbi Frnsîyayê gotûbêj bike
Baylozê Fransîyayêyî li Ermenîstanê Conatan Lakot elam kirîye, wekî Fransîya hazire hemû berbirîbûnên Yêrêvanêye berbi Fansîyayê gotûbêj bike. Bi gotina wî, gerekê hinek tişt bêne hesabhildanê.
“Mesele, Fransîya û Ermenîstan endamên tifaqeke leşkerî nînin. Pirsa me hazirkirina şerê pêşerojê nîne. Rola me ewe, ku ji konflîkta nû dûr bimînin û şuxulkarîya sîyasî destpêkin, ya ku wê îzinê bide hemû pirsgirêkên li herêmê bidine helkirinê”,-ewî gotîye.