Sereke
Hêzên Adirbêcanê îşev careke mayîn berbi tabîyên ermenî agir kirine

29-ê tîrmehê, şev seheta sisîya, li alîyê beşa sînorên ermenîya-azêrîyayî li Gêgarkûnîkê, berbi Karvaçarê, hêzên azêrîya pevketina derheqa agirbestêda careke mayîn teribandine û bi çekên cûre-cûre berbi tabîyên ermenî agir kirine.
Piştî bersiva alîyê ermenîya, agirkirinên azêrîya sekinîne. Anegorî halê seheta 07:00-a şebeqê, hal edil bûye, agirkirin tunebûne.